RWANGA KURDI
NIVîSKAR: Nawaf Bishar Abdullah
20.04.2018

Kurdî  Bi hatina 22ê Nîsanê, 120 sal di ser derçûna rojnameya Kurdî ya pêşîn”Kurdistan” a ku li ser destê zanyarê Kurd ê gewre û navdar Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hatibû damezrandin derbas dibin. 120 stêrkên ronak di asîmanê wêje û toreya Kurdî de diçirisînin. Lê di heman demê de jî, bi sedan derd, kul û êşên giran, buhar û jiyana me tev didin û derûna me şîlo dikin!!…Sed mixabin ku ta roja me ya îro, ji ber egerên sitem û bindestiya reş a malwêran, keç û lawên gelê me bi dilekî xweş pêşwaziya cejinên xwe nekirine û her dem dil bi kul û dax mane, ken û şahî di gewriya wan de qurmiçîne û ew di xemên giran ên bê binî de noq bûne!. Wekî çawa di hejmara pêşîn de, herweha di hejmara 4an a rojnameyê de, mîr Miqdad Bedirxan armanca xwe ji weşandina wê daye nasîn û gotiye: “… Gelik milet henin, ne nîvên me ne, hemî xwey cerîde ne, xwey kitêb in, xwey medrese ne. Kurd ji hemî qewma zêdetir xwey xîret û himet in, lewma bê kitêbî, bê nivîsandin li ser me e’ar e, fihêt e. Wek Ehmedê Xanî gotî: Ger dê hebiwa me itîfaqek vêkra bikra me inqiyadek Rom û Ecem û Ereb temamî hemya ji me re dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet tehsîl dikir me i’lm û hikmet Gelî Mîr û Axano! Itifaq bikin, bighên hev. Hekî Waliya, Muteserifa guh neda we, ji Xinkar re teligrafa binivîsin, e’rdihala bişînin da izna vê cerîdeyê bidit ez ji we re rêkim. Ev cerîdeya ez dinivîsim, min gelik xelkê re rê kiriye. Mirov hemî vê cerîdeyê pîroz dikin, Kurda tebrîk dikin. Ev cerîde wê bibe sebeb ku Kurd jî wek xelkê hemiya, dinyayê de çi dibe, hemiya bibihîsin, bizanibin. Hin mirov henin, navên(naxwazin) Kurd bi’elimin halên dinyayê, divên serçav girtî bimînin tişkî nizanibin, da wek vîn(xwestin) heqaret liwan bikin. Wekî Kurd xwey cerîde bin, nivîsnadinê bizanibin, mamûr bin, ji Mîr û Axayan bin, heçî yê zulm li wan kir, wê bikaribe ji min re kaxezekî binivîse, ezê li cerîdeyê de i’lan bikim, bi vê rê de, ezê derdê wî bighînim heya gihe Xinkar. Lewma, zalima navên Kurd bibin xwey cerîde, xwey nivîsandin. Çiqa hêl û quwet ser min heye ezê bixebitim, Kurda bi’elimînim nivîsandin û halê din, ji wan re cerîda rêkim…” Piştî me gotin û pendên mîrê xwe xwendin, giring e em ji xwe bipirsin ma gelo di sal û meha bûrî de çi bobelat bi serê me Kurdan hatiye?!… Piştî beşdariya gelê Kurd li kêleka Hevbendiya Navnetewî di şerê dij terorê de, hêvî û xewnên wî ew bûn ku îde ew jî mîna hemû gelên cîhanê ji bindestî û dîlîyê rizgar bibe, rûmeta xwe ya netewî biparêze û bibe xwediyê biryara çarenûsa xwe. Lê me dît bê çawa li Kerkûk û Efrînê, dewletên herêmê rêkeftin bi hev re saz kirine, dewletên mezin ên cîhanê jî li kêleka pirojeya xwe dane rawestandin û ew bê deng kirine, bi hovîtiyeke kesnedî ew xewn û hêvî xeniqandine!…Her du dever dagîr kirine, terror, kuştin û wêrankirin li her cih û warî belav kirine, Kurd ji gelek gund û bajarên xwe hatin derkirin û li şûna wan Ereb hatine cîwarkirin. Ta roja îro, bi sedê hizaran xelk û kesên me yên perîşan ku bi darê zorê ji gund û zeviyên xwe hatine bidûrxistin, li devera Şehbayê di konikan de dijîn!…Ma gelo di vê serdemê de sitemkarî û hovîtî ji vê mestir heye?!. Ma gelo kanîn ew dirûşm û saloxên mafên gel û mirovan ku bi şev û roj dihatin gotin û hildan!. Di siha wilo dirûtî, bêbextî û dûrketin ji nirxên mirovatiyê de, çilo, çawa û bi çi hawî Kurd dê aheng û cejna Rojnamegeriya Kurdî ya giranbuha pêşwazî û pîroz bikin?.Bi çi dilî û çi coşê ew ê keyf û seyranan bikin?…Birîn li şûna birînan vebûne, êş pir giran û dijwar e… Wekî çawa berî, îro jî pêwistiya me Kurdan bi biryar û hilwestên pîvayî heye, Divê em ji hiş neçin û xwe winda nekin, xwesteka neyarên hebûna xwe bi cih neynin. Di vê likumandinê de em berê xwe nedin hev û pişta xwe –weke her car- ji neyaran re venekin!, em bi ser û guhê hev nekevin û rêya xwe şaş nekin. Her weha, pwiste em bê hêvî nebin, mafên gelê xwe di destên neyaran de nehêlin û her agirê xebat û têkoşînl pêketî û ala xebatê hildayî bihêlin. Eger vên hebe, piştî têkçûn û ketinan, her rabûn û serkeftin heye. Û bila li nik me bawerî be ku di hemû deman e, dost û kesê me yê pêşîn, birayê me yê Kurd e, û gava pêşîn a çareseriya doza gelê me û bidawîanîn ji hemû derd û kulên me yên dîrokî re, jihev hezkirin e. Vêca eger bi rastî em ji gelê xwe hez dikin, divê em ji hev hez bikin, kîn û berberiya sesdsalan bavêjin, li şûn xwe bihêlin. Di vê çarçewê de, em hemû bi hev re, bi hişekî vekirî guh bidin penda mirê xwe Ebdurehman Bedirxan, dema ku di hejmara 7an a KURDISTANê de dibêje: “… Wekî em niho ve hişê xwe bînin serê xwe, neyariyê, bêtifaqiyê nekin, wek bira hij hevdu bikin. Kes kesî nekujit, kes malê kesî talan nekit, agirê fitne û fesadê bitemirînin. Çiqa Kurmanc hene, wê li dinê û axretê rahet û serfiraz bibin, qedir û i’tibara wan jî gelik zêde bibit. Wekî Kurda ev hal ji xwe re girt tu cara feqîr nabitin, wê dewlemend bibin, dinya û axreta wan ê zêdetir me’mûr bibe.” Digel hemû cûreyên derd û xeman û Kûrbûna bîrînê: Cejna Rojnamevaniya Kurdî li gelê Kurd, nivîskar û rewşenbîrênwî yên çalak û welatparêz pîroz dikim û eniya wan maç dikim!.
 20-04-2018Z