المرصد الكردي

الترجمة الى الكردية : محمد زكي محمد  
07.03.2018

Nameya roja cîhanî ya jinê
Îsal helkefta roja jinê ya cîhanî li me serî hildide û jina Sûrî bi tevayî û ya kurd bi taybetî ji sedema şer ê wêranker ku ji heft salan ve welatê me têde dijî, zor û dijwariya talankirin û bobelatan dikêşe, da ku di nêva wêrankirin û xopankirinê de bi hêsir û keseran  pêşwaziya roja xwe bike, şîngirtî û bi kul li ser jîwara bobelatane ya ku civak û welatê wê yê ku vî şerê afetane ew perçekirî ye.
Jina kurd a ku serî li ber stem û zordariyê re danayşne û xwe radestî nervînê nake, da ku  bervaniyê di ber maf û hebûnê de bike, berê xwe da hilgirtina çek, ji bo ku bi qurbaniyên xwe destanên qehremanî û canfidayî yê xêz bike,fêrên zor dijwar dane dijminan,  di meydanên şer de ji bervaniya diber xaka û parastina rûmeta wê de li kêleka  birayên yên mêr bi serfirazî û payebilinî pêdar ma, cîhana ku li kuştara gelê wê temaşevan e bi qurbaniyên xwe yên bêhema matmayî hişt, û ji wan navin birûsîn û di dîrokê de nemir mane mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanî û gelek din ku li rêya parewan Leyla Qasim a ku ji bo hezkirina jiyan û azadiyê û nepejirandina serşroî  û kolegiriyê serî  ji werîsên sêdaran re dananî.
Ji her kesî re diyar e ku gelê me qurbaniyên mezin di şerê di şerê dijî  tundrewî û têkibirina wê de li Sûryê û Îraqî pêşkêş kirin, bi hezaran pakrewan û ducaran li wan jî birîndar pêşkêş kiriya, ji bilî wêrankirin û talankirina ku giha gund û bajarên wî li Kobanî û Şingalê û ji xeynî wan bi hevkarî û verastina bi hevbendiya navdewletî re, tevî  zorbediyên ku keçê û wî toşî wê hatin mînanî revandin û perçekirina terman li ser destên kesên rêxistina tundrew a tewnbar.
Lê belê, hîn ku ev şer bi dawî here, ji dêvla ku gelê me kurd hatiba xelatkirin û insafkirin bi rêya biryardana bi mafê wî di jiyannek  azad û bi rûmet li ser xaka bavkalên û wî, û destberdan ji danûstandina bi pirsa wî re mîne xazeke pest û bazarane, hevbendiya navdewletî destê dewletên ji xaka wî re dafîrker berda, da ku careke di li Sûryê û îraqê wî talan bike bi bihaneyên tu vêc wê napejerînin û tu hişmend pê bawer nabe.
Li Sûryê, destladarên Turkyê  û serokê wê Erdogan ne dilxweşbûn  ku herêmên kurdî li bakurî Sûryê ji aliyê xelkên wê ve ji Kurd, Ereb  û Siryan birêve biçe û ji xeynî wan yên ku ji destwerdana sultanê Osamnî  di karûbarê ewle û ewlekariya wan de ne razî ne, û tolhildane ji wan ji ber ku ewan piştgirên dewleta ewleyî ya kûr têkbirin a ku destladarên wê yên nû bingehên dewleta Turkî azinistina dorpêçkirin û welat kirin zindaneke mezin, Turkya lihevkirinek bi Rûsiya ya yekgirtî re ya ku herêma Kurdaxê dibin sîdariya wê deya kir, ew jî dûzkirina rê li pêşiya rijêmê ye ku desrbasî Xûta Rojhilat bibe ya dijbereke Sûrî  û layangera Turkyê ye têde şer dike, li hemberî wê rê bidine wê ku derbasî Kurdax  ”Efrîn” a kurdî bibe.
Li dirêjahiya bêtirî du mehan ji amadekirin û şerê derûnî ku gelek kenalên ragihandinê yên navxweyî pişikdarî têdekirin û komkirina hêzên leşkerî li ser tixûbên sînordarê herêma Efrîna û tevlîkirina Hêzên bijarde yên Turkyê û bêtirî (25000) hezaran ji kurtêlxwerên Î’itlafa Sûryê ya dijber, berî ( 45)an hêzên ezamanî û bejayî yên Turkiyê dest bi êrîşeke stemkar û dijminane  li ser Efrînê kir, lê ew rastî berxedaneke ku tucarî ne di baweriyên wan de bû ji aliyê şervanên Kurd yên qehreman û gelê wê yê ku bi xaka xwe girêdayî wek girêdana giyan bi laş ve hatin, ew şervanên ku ziyanin mezin di giyan alavan de gihandin wan tevî karînên ku di celxaneyan ne hevsanin, ku çekekî ezmanî pir pêşketî li cem heye ku xakê û tiştên li ser heyî dişewtîne di bin siya bêdengiyeke navdewletî ya metrsîdar de, û hîn jî Efrîn birînên xwe dalîse û bi wêrekiyeke efsaneyî berxwedanê  dike, bi serfirazî li pêş alava kuştinê ya hêzên êrîşkar pêdariyê dike û hêza xwe ji hevgirtina zaroyên wê yên ku bi yek  rêzê li hemebrî  dijminatiya Turkyê û yên li ser bermayên maseyên wê xwedî dibin rawestiyan.
Ji her kesî re diyar û berçav bû ku siyaseta dewltên mezin pêşî û û dawî li dora berjewndiyên wan dizîvire ta ku li ser deryayên ji xwîna gelan  be, siloganên ku xwedêgiravî bi parastina mafên mirovî bangdikirin û desteya Netweyên Yekbûyî derçûbûn, ketin û rewatiya xwe windakirin, û hate xuyakirin ku ew siwarîkek bû ji dewletên ku biryara navdewletî di destên wan deye, tenê ku bighên armancên xwe û va îro careke din ew miletekî ku hejmara wî digêje (50) milyonî dike qurbanî ji bo razîkirina destladariyên hejmarekê ji dewletên rojhilata navîn yên diktator, û pêşbaziyê li ser nêzîkî û melaqiyê ji dsetlatdarên zorbaz re bi hev re dikin, ew jî ji bo dewsa lingekî yan qizincekê werbigirin tersî hemî peyman û belgeyên navdewletî yên bi mafên gelan û mafê mirovî ve girêdayî ne
Di dawî de, tu rê ji bilî xwergirtin û hevgirtinê û li şûnxwehiştina partîtiyê ji rûbirûkirina derve ya ku bi ser me de tê û gefan li hebûna me tevan bê cudahî dixwe, li pêş me tune ye,
Navbilindî û rehmte ji pakrewanên me re û rehetî ji birîndaran re!
Serkeftin ji Efr’na pêdar re, serşorî ji dewlata turk û kurtêlxwerên wê re!.
Her sal û jina cîhanî û ya kurd di roja xwe ya cîhanî de şad û bextewar bin.
                            
6-3-2018
Partiya Yîkîtî ya demoqrat a kurd li Sûryê (yekîtî)