المرصد الكردي
اي لاف محمد علي
19.11.2017


اعلن التحالف الوطني الكردي في سوريا  ( HEVBENDÎ ) عن البرنامج الانتخابي لقائمته . في مقر التحالف الوطني الكردي في سوريا (HEVBENDÎ )
وهذا نص البيان باللغة الكردية…..
Wek Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdê li Sûrî, em di wê baweriyê de ne ku giringiya beşdarbûna me di piştgiriya avakirina demokrasiyê ya di nav civakê de û bi hînkariya mafê helbijartinê wek mafekî rewa û suriştî ji bo welatiyan, me biryar da ku beşdarî helbijartinên li pêş me bibin.
Ev helbijartinên ku taybet in bi şaredarî, navçe û parêzgehên li Rojava û Bakurê Sûrî, bi armanca nûnertiya gel û bi armanca şirovekirina rewş û daxwazên wan, ji bo nehiştina astengiyan û azarên ku di jiyana rojane ya gel de peyda dibin, da bikarin di civakeke yeksane de pêkve jiyanek bi rûmet bijîn, em, di bin navê Hevbendiyê de û bi lîsteyeke taybet beşdarî helbijartinan dibin..
Hevbendî bi vê lîsteya xwe û bi hemî jêhatina xwe dê bixebite ji bo:
1- Bi cîkirina wekheviya di maf û erkan de ji bo tevaya pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûrî..
2- Di pêkanîna wekheviya biratiyê ya di jiyana hevbeş de, di nav tevaya pêkhateyên niştîmanî de, li rojava û Bakurê sûrî ku ji Kurd, Ereb, Suryanî û Aşûrî, Ermenî Misilman, Mesîhî û Êzîdî pêkhatiye..
3- Piştgirî û alîkariya hêzên leheng YPJ-YPG û QSDê..
4- Afirandina derfetên Kar û xebatê bi şêweyekî herî berfireh ji bo nehiştina rewşa bêkariyê.
5- Dabînkirina nan bi rengekî herî baş û belavkirina nan bi rengekî yeksane.
6- Bi pêşxistina perwerde û wanekirinê ji bo nehiştina valahiyê û amadekirina kadroyên perwerdê.
7- Çêkirina rê û banan, bi taybetî jî rêyên di navbera gund, navçe û bajaran de, her wisa sererastkirina rêyên têkçûyî..
8- Ji bo Paraztin û berdewamiya Siruştê, afirandina navgînên pêdivî û geşkirina baxçeyên heyî û zêdekirina van baxçeyan.
9- Ji bo çareserkirina arîşeya av û kehrebê li Rojava û Bakurê Sûrî.
10- Nirxandina şiyan û jêhatina gencan.
11- Dabînkirina wekheviya li navbera jin û mêran.
12- ji bo paraztin û belgekirina kavilên dîrokî û kevnewaran emê bixebitin.
13- Ji bo geşepêdana çandiniyê, alîkariya hemû kelûpelên pêdivî ji bo cotkaran dê bihête kirin.
14- Geşepêdana navgînên tenduristiyê û dayîna mafê sîgorta ji bo tevaya welatiyan.
15- Ji bo nehiştina diyardeya gendeliya aborî û rêveberiyê, divêt her mirovekî hêja li cihê xwe yê hêja be.

Ji bo bicihanîna van daxwazan deng bidin lîsteya Hevbendiyê, Lîsteya rûmetê ya biratî û wekheviyê..
(Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî Kurdî)